Çepên Kesk li Wanê ji mîtînga fînalê re amade ye

Li Wanê Partiya Çepên Kesk di xebatên xwe yên hilbijartinê de nêzî dawiyê dibin û ji bo mîtînga fînalê ya mezin ku 18’ê Gulanê bê kirin, amade ye.

Partiya Çepên Kesk di xebatên xwe yên hilbijartinê de ku li navenda bajar û 10 navçeyên derdor dimeşîne, nêzî dawiyê dibe; ji bo mîtînga fînalê ya mezin ku wê 13’ê Gulanê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bê lidarxistin, amade ye.

Partiya Çepên Kesk li navenda bajar û navçeyan hemûyan, beriya mîtînga mezin a fînalê ku wê 13’ê Gulanê saet 13.00’an li Qada Beşyol a Wanê bê lidarxistin, xebatên mîtîngê dimeşîne. Di çarçoveya xebatên ku bi hevserokên bajar, namzetên parlamenteriyê û bi sedan rêveberên partiyê û dilxwazên partiyê tê birêvebirin de, li her derê belavok hatin belavkirin û gel vexwendin mîtînga mezin ku wê roja Şemiyê bê lidarxistin.

Li Mûradiyeyê bi hevserok û namzetên parlamenteriyê re serdana gundan hate kirin û bi gel re civîn hat çêkirin. Piştî civînên gel Partiya Çepên Kesk gel vexwend mîtînga fînalê ya mezin. Dîsa li navenda bajar bi tevlîbûna hevserok û namzetên parlamenteriyê serdana esnafan hat kirin û li aliyekê jî li cade û kolanan belavok hatin belavkirin û gel hat vexwendina mîtîngê.

‘Mîtînga Fînalê ya Mezin’ a Wanê wê 13’ê Gulanê (roja Şemiyê) di saet 13.00’an de li Qada Beşyolê bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayyîp Temel, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, PÎA Ahmet Kaya û hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan jî wê tevlî mîtîngê bibin.